EY Gelî Kurdan!
Îttîfaqê de, quwet; îttihadê de, heyat; di biratîyê de, seadet; hukûmetê de, selamet heye.
Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke.
Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim:
Bizanin ku sê cewherê me hene:
Yek, Îslamîyet e;
Ê duduyan, însanîyet e;
Ê sisîyan, millîyeta me ye.
Piştî wê, sê dijminê me hene:
Yek, feqîrtî ye.
Ê duduyan, cehaletî û bêxwendinî ye.
Ê sisîyan, dijminî û îxtilaf e.
Bizanin çara me, sê şûrê elmas:
Şûrê ew il, Me’rîfet û xwendin e.
Ê duduyan, Îttifaq û muhebbeta millî ye.
Ê sisîyan, Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedetê.